Kezeba min hinekê din tebat ke.
Gotina ku hatibû gotin,
Rojên xweş li ber derî û nêzîke.
Ez jî zanim wekî payîna yaqûb
Bêhna yûsif li ber dilê te de dere û tê.
Lê çi bikim payîn hewceye.
Ez jî zanim tebatek bê qisûr lazime.
Ji xwe gelek kesan bi tebata bi qisûr,
Ar bera mala xwe dane.
Tebata ku ji te dixwazim,
Ne rawestandin e.
Ew, li ser lingan mayîn,
Li pêş xwe nêrîn
Û bi hêvî meşek
Xwebawerbûnê ye.
FACEBOOK YORUMLAR